PEYKERÊ BÎ YEKÎ تمثال الأرامل
نص فتحي مهذب – تونس
ترجمة إلى اللغة الكردية: الشاعر إبراهيم جانكير
Hergava kû befir dibare
Bî dilezîne
Qalibên bi kelem û core yên kevnar
Kom dike û des bi nîgarkirina peykerekî
Bi rengê hevjîna xwe
Ya barkirî di hune
Rûdêmên wê bi hunerî
Bi tayên befrê dirêse
Tidbe kû rewanê (van xox )
Di laşê wî yê berû
Ji bîrkirnê de lîsaye
Lê dinêre nerîna zemînê
Li namegihînê baranê
Piştî zuhabûneke kûr û dijwar
Û pirengek di dilê wî de vêdkeve
Pîpelonkên lerzînê berû
Nîgaşên birîndar ve dihilkişe
Û du pî yên xiristîyanî kû Pir azar dîne
Berû wê diçe mîna keşeyekî
Di şînîyekî padîşahî de ú setema
Dûrbûnê bi nehînî û raz
Jêre vedguhêze
Kû cidabûn
Mîna sêwî bûna stêrkan
Erdhejek ji dúrbûnê
Û bûbelatên nayêne hilgirtin
Di wan salên zuha de
Heft salên mîna gurzek ji ejdehayên Hilpir li ser werîsê hevdijîye
Minalên te mîna sûlavek ji peyvên şikestî hilkişiyan berû ewrek bê guhdan
Kumê te yê reş yê daleqandî
Di bin dagîra tozê bûye warek aram
Ji bûna pîrepindên har û xwînmij
Kurkê te yê çermî yê giran buha
Bûye darbestek têde raketye
Cendikê cejna ji dayikbûna te ya Dawî
Sola te. ..perîyekî kej û dilnaz dagîr kirîye pirî caran dengê pîyê hilpirên
BALÊ ji têtin
Perdeyên pencera têne xwar
Mîna zimanê dizekî serxweş û mest
Textê te yê depî kor
Qêrîna xwe ya şevê di bin palgihan de
Tarûmar dike
Bîro mîna ejdehayekî tewanbariya
Valehîyê bi minre dabeş dike
Çavên dergeh zûha bûne ji girînê
Bî li pey xezala nîgaşa xwe ya vecniqî
Direve û digrî
Û rondikên hevjîna xwe yên kû
Ji du çavên cadubaz û berfîn vedmale
Her bizava rêve çûnê dike
Li ser wan pî yên zelal lê
Qet nikarî
Her bê hewdeye bizava afrandina
Gernejînekî şêrîn ku li ser wan
Lêvan binqşîne
Ew Lêvên kû tijîne ji nîşanên nekarînê
Kerî yên ewran direvin mîna
Minalên kû gavên quzeqerê dineqşînin
Di bilndahîya şahîya zaroktî yê de
Pirengên bi hêrs ji çavên hetavê vêdkevin li ser peykerê BI
Hevjîna wî ya berfîn ya bê kêr
Kû Ji ronahiya nîgaşên wî yên
Pijaftî afirandiye
Hêdî hêdî dibe kanîyek
Piçûk ji rondikan û berû
Coka avê ve diherike
Û wêneya hevjîna wî vedgere
Wek zindîyekî ji ronî yê
Li welatê nîgaşê wî yê Pir fereh dilîse
Û BI Wek kurmekî ser hev tê guvaş
Di qalikê xwe yê tinebûnê