في شوارع مدينتي قامشلو – i kolanên bajar ê min _ Qamişlo

نصوص باللغتين الكردية والعربية

شاناز شيخة | المركز الكردي الألماني

dimeşim

lingê xwe li erdê didim

da hest bibim

ko hîna li ser vê zemînê

 dijîm !

 

wêneya te

di bêrîka dilê minde ye

dilerizim

wêneya te digrî

lêborîna xwe dike

kû nikare

min ji serma vê sivistan ê

biparêze

 

di rêya min de

çivîkek bask şikestî

ji hêlîna xwe ketiye

wî hildidim hêlîna wî

 

dibe

ez jî sibe

 ji hêlîna xwe bikevim

wê kî min vegerîn e

hêlína min ?

 

di rêya minde

Pisîkek

ji serma dilerize

wê hildidim

himberî dil ê xwe

bi tîna himêza xwe wî germ dikim

dibe ez jî

li kolanên koçberiyê

ji serma bilerizim

wê kî

di nav destê dilê xwede

ji azarên koçberiyê min biparêze?

 

di rêya minde

kûçikek mişext

 bê xwedî

mest

 melûl

birçî dimeşi

ez jî bi wîre

meşiyam

ez zara wî nanasim

ewjî wekî min e

belê

em bi hevdû hest dibin

 

dibe sibe

ez jî wekî wî mişext bibim

wê kî bimin hest bibe

û tîrên penaberiyê

ji canê min derîne?

 

di rêya minde

lemek bi tenê maye

li qadek rût

destê xwe li pelkên wê

 dipelînim

pirtikên berfê ji ser wan

vedimalînim

 

dibe

ez jî sibe

bi tena xwe bimînim

wê kî min ji tenahiyê

 biparêze ?

û pirikên xerîbiyê

 ji nav dilê minde

 vemalîne ?

 

ax

welatê min

xwezî

te min ji koçberiyê

biparazta .

 

 

أمشي

أضْرِبُ قدمي بالأرض

لأشعر أنني لازلتُ أحيا !

 

أرتعشُ من البرد

صورتكَ في جيبِ قلبي

 تبكي

تعتذر

لأنّها لنْ تسطيعَ أنْ تحميني

 من بَرْدِ هذا الشّتاء

 

في طريقي

عصفورٌ بجناحٍ مكسور

 سقط من عُشِّه

أرفَعُهُ لعشِّه من جديد

 

ربّما أنا أيضاً

أسقطُ غداً من عُشِّي

فمنق سيعيدني إليه ؟

 

في طريقي قطّةٌ مرتَعِشة

أرفعُها قريباً من قلبي

أدفِّئها بحرارة جسدي

 

ربَّما

غداً في دروب الغُرْبة

أرتَعشُ من البرد

فمن سيحملني بينَ يدي قلبهِ ؟

من سيحميني من آلام الغُرْبة ؟

 

في طريقي كلْبٌ شريد

لا صاحب له

حزين

صامت

و جائع

يمشي

أنا أيضاً أمشي معه

لا أفهم لغته ولاهو يفهم لغتي

لكننا نشعر ببعضنا

 

ربّما غداً

أتشرَّدُ مثله

فمن سيشعر بي ؟

من سينتزع سهام الغربة من جسدي ؟

 

في طريقي نبتة وحيدة

في أرضٍ قاحلة

أمسح ورَيْقاتها بيدي

أكنِّسُ عنها نُدَفَ الثَّلج

ربّما غداً

أبقى وحيدة

فمن سيحيميني من الوحدة ؟

من سيكنَّسُ عن قلبي نُدَفَ الغُرْبة؟

 

آه يا وطني

ليتك من آلام الغربة

 حميتَني .

 

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى